Şino; Îdrîs Karsaz 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn
Îdrîs Karsaz temen 55 salî û xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê dadgeha Şoreş a vî bajarî ve, bi sê sal heps hat cezakirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev welatiyê han bi “endamtî û hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozîsyona hikûmeta Îranê re” tohmetbar kiriye.
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Di heyama çend rojên borî de ev ceza bi ser vî welatiyê Kurd de hatiye dayîn.
Roja Sêşemî 30ê Gelawêja 1403an a Rojî, Karsaz piştî danîna barimteya 600 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Şinoyê hatiye azadkirin.
Îdrîs Karsaz danê sibê roja Çarşemî 13ê Pûşpera 1403an a Rojî, bêyî nîşandan belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo Îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.
Ev welatiyê Kurd piştî lêpirsînê bo girtîgeha Şinoyê hatibû veguhastin.