Dîwandere; Arman Noşadî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin
13:02 - 17 Îlon 2024
Roja Duşemî 26ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Arman Noşadî” kurê Sadiq xelkê Dîwandereyê ji aliyê hêzên Întizamî ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han di nava mala wî de binçav kirin e.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Noşadî de ti zanyariyek tine.