Nexede; Tahir Zîve piştî danîna barimteyê hat berdan

05:04 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Çarşemî 20’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Tahir Zîve” kurê Kerîm û xelkê Pîranşarê, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Nexede bi awayekî demkî hat azadkirin. 
 
Ev welatiyê han piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji navendeke ewlehiyê bo girtîgeha Nexede hate veguhastin. 
 
Roja Çarşemî 2’ê Pûşpera sala 1403’an a Rojî, Tahir Zîve bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.