Riza Bebrinjad piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Quçanê hat berdan

13:58 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Yekşemî 31ê Pûşpera 1403an a Rojî, Riza Bebrinjad birayê Mehdî Bebrinjad, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Quçanê, bi danîna barmteyê ji girtîgeha vî bajarî bi awayekî demkî azad bû. 
 
Roja Pêncşemî 17ê Pûşpera sala 1403an a Rojî, 5 rojan piştî serbestberdana demkî, Riza Bebrinjad dubare ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo girtîgeha Quçanê hat veguhastin. 
 
Roja Şemî 12’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, ev welatiyê han piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Quçanê bi awayekî demkî hatibû azadkirin. 
 
Roja Duşemî 31’ê Banemera 1403’an a Rojî, Bebrinjad bi sedema belav kirina nûçeyek li ser rûpela xwe ya înstagramê li ser mirina Îbrahîm Raîsî (endamê komîsyona mirinê) û hevalên wî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Hêzên Îtlaata Spaha Pasdaran bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, avêtibûn ser mala vî welatî û ew binçavkiribûn. 
 
Êvara roja Înê 20’ê Banemera 1402’an a Rojî, Rza Bebrinjad ji aliyê hêzên Îtlaata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin. 
 
30’ê Xermanana sala 1401’an a Rojî, Mehdî Bebrinjadê temen 22 salî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Quçanê, di serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” de, bi sedema teqeya hêzên serkutker jiyana xwe ji dest da. 
 
Hêzên ewlehiyê piştî sê rojan bi sozeke nivîskî termê Mehdî radestî malbata wî kirin. Merasîma veşartina termê wî li gundê “Şark”a ser bi bajarê Quçanê di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de hat lidarxistin.