Girtiyê siyasî Aram Şeiban bi destûra dezgeha îtlaatê ji mafê xebatê hat bêparkirin û şandin girtîgeha Nexede

05:31 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2024

Girtiyê siyasî yê Kurd Aram Şeiban ku beriya niha bi 3 sal û nîv heps hatibû cezakirin û di heyama çend rojên derbasbûyî de mafê kar pê hatibû dan, bi destûra Îdareya Îtilaata Şinoyê, ji vê mafê bê par û veguhastin bo girtîgeha Nexede. 
 
Li gor çavkaniyeke agahdar ku j Kurdpayê re ragihandiye; Di çend rojên borî de Şeiban mafê kar hebû û bi nameya serdozgeriya Urmiyê bo jûrgehekê hatibû veguhastin, lê bi destûra Îdareya Îtilaatê ji vê mafê hat bêpar kirin û bo girtîgeha Nexede hat vegerandin. 
 
Cezayê hepsê yê Şeiban di mehên dawî de hat sepandin. Pêşî bo girtîgeha Şinoyê û piştî demekî kurt bo girtîgeha Nexede hat veguhastin. 
 
Di Sermaweza sala 1402’an a Rojî de, çar welatiyên Kurd bi navên “Silêman Şarwêranî”, “Aram Şeiban”, “Ebdulkerîm Kakul” û “Fexredîn Podat” yên xelkê Şinoyê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşê ya vî bajarî bi serpereştiya dadwer Mehdî Rizay hatin cezakirin. 
 
Dadgehê ev 4 welatî bi “endamtî û hevkarîkirina bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” tohmetbar kir û li ser wê biryarê, Silêman Şarwêranî bi salek heps, Aram Şeiban bi sê sal û 3 meh cezayê girtîgehê ceza kirin. Di girtîgehê de, Ebdulkerîm Kakul bi salek û Fexredîn Podat jî bi salek û 3 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin. 
 
Aram Şeiban sibeha roja Yekşemî 18ê Pûşpera 1402an a Rojî, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Yekşemî 12ê Xermanana 1402an a Rojî, piştî danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Şinoyê hatin azadkirin.