Di 2 rojên dawî de hejmara kesên ku li Şinoyê hatin binçavkirin derket 5an

03:24 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2024

Bi binçavkirina du welatiyên din ên xelkê gundê “Hesen Nûran” a Şinoyê, di heyama du rojan de hejmara kesên ku li vî bajarî de hatine binçavkirin, gihîştiye 5 kesan. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Sibeha roja Çarşemî 13ê Pûşpera 1403an a Rojî, Selîm Zul_ Eqernîn û Sabir Zul_Elqernîn xelkê gundê Hesen Nûran a ser bi Şinoyê, bêyî belgeya dadwerî hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Pêştir Kurdpayê di nûçeyekê de belav kiribû ku 3 welatiyên Kurd bi navên “Idrîs Karsaz”, “Mihemed Resûlpûr” û “Kemal Oqabî” xelkê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastibûn. 
 
Sibeha roja Çarşemî 13’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, sibeha roja, hêzên ewlehiyê bi ser mala “Îdrîs Karsaz” a bajarê Şinoyê de girtin û bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ew binçav kirin. 
 
Herwaha êvariya roja Sêşemiyê 12ê Pûşpera 13403an a Rojî, hêzên ewlehiyê “Mihemed Resûlpûr” kurê Mistefa xelkê gundê “Kohnê Qela” a ser bi Şinoyê û “Kemal Oqabî” kurê Hisên ji xelkê gundê “Bilagir” a ser bi Şinoyê binçavkirine. 
 
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên van her sê welatiyên Kurd tine.  
Her di vê liderheqê de çavkaniyeke agehdar a Kurdpayê dibêje, dibe ku binçavkirina wan kesan bi cejna Newrozê ve girêdayî be, ji ber ku cejna Newrozê li van gundan dihat lidarxistin. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Selîm Zul_Elqernîn, Sabir Zul_Elqernîn, Mihemed Resûlpûr, Kemal Oqabî, Îdrîs Karsaz