Bokan; Metîn Hisêynî 31 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

19:54 - 26 Hezîran 2024

Yek ji qurbaniyên xwepêşandanên sala 1398'an a Rojî Metîn Hisêyî ji aliyê taya 101 a Dadgeha Cezayê Giran a Bokanê ve 31 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. 
 
Piştî ku biryar hat dayîn, vî kesê çavê xwe zirar dîtibû li ser rûpela xwe ya Instagramê wiha nivîsîbû: “Min çavekî xwe winda kir û tarî bû û niha jî ji ber sûcê ku ez bi rûmet im û bi her hemûiyan re bûm divê ez biçim girtîgehê." 
 
Biryara ku li derheq vî kesê birîndar de hatiye dayîn şexsî ye û ji roja ragihandinê di nava 20 rojan de li dadgeha lêpirsîn û pêdaçûnê dikare bê îtirazkirin û guhdarîkirin. 
 
Roja Pêncşemî 27ê Banemera 1403an a Rojî, civîna tawanên Hisêynî li taya 101 a dadgeha tawanan a Bokanê hat lidarxistin. 
 
Di vê hevdîtinê de ku bi amadebûna parêzerê Hisêynî hate lidarxistin, wî bi tohmeta “bi mebesta têkbirina ewlehiya welat” û “propagandakirina li dijî hikûmetê û tûjkirina welatiyan bi hev re bo şer û kuştinê bikin”  parastina xwe kir. 
 
Di 16ê Banemera sala 1403an a Rojî de, ev welatiyê hanê ji bo ku li taya 101 a dadgeha tawanan a Bokanê û parastina dawîn werbigire, gazînameyek wergirtiye. 
 
Metîn Hisêynî di meha Xakelêweya îsal de bi tohmeta “piropagende li dijî hikûmetê” bo taya yekem a lêkolînê ya dozgeriya giştî û şoreşê ya Bokanê hatibû gazîkirin. 
 
Roja Sêşemî 3’ê Rêbendana 1402’an a Rojî, Metîn Hisêynî yek ji qurbaniyên xwepêşandanên Xezelwera 1398’an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi lêdanê hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata vî bajarî hatibû veguhastin. 
 
Piştir Hisêynî bo girtîgeha Bokanê hat veguhastin û roja Pêncşemî 3ê Reşemeya 1402`an a Rojî, bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî heta dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hat azadkirin. 
 
Ji destpêka serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî ve, ev kwsên ku çavê wan zerar dîtine, piştevaniya xwepêşanderan kirin e, malbatên can gorî û birîndaran gelek caran bûne armanca gef û gazîkirinê. 
 
Di 19 saliya xwe de Metîn Hisêynî di xwepêşandanên Xezelwera 1398’an a Rojî de dema ku hêzên serkutker li Bokanê gule beran xwepêşanderan, navbirî çavekî xwe ji dest da.