Bokan; Çalakvanê medenî Cefer Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkiriny

00:27 - 21 Hezîran 2024

Roja Şemî 26’ê Cozerdana 13403an aRojî, Cefer naskirî bi (Dara) Emînî çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyekê, hêzên ewlehiyê bêy nîşandana belgeya dadwerî bi ser mala wî çalakvanê medenî de girtin û ew binçav kirin. 
 
Vê çavkaniyê got jî: Hewldanên malbata wî ji bo zanîna çarenivîsa kurê wan bê encam mane. 
 
Ev çalakvanê medenî di xwepêşandana nerazîbûnê ya li Bokanê ya li dijî êrîşa artêşa Tirkiyê ser Efrînê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Di 28’ê Xakelêweya 1397an a Rojî de bi Cefer Emînî bi danîna barimteyê ji girtîgehê bi awayek demkî heta dawiya doya wî hatibû berdan. 
 
Cefer naskirî bi (Dara) Emînî di Cozerdana 1397`an a Rojî de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi tohmeta “propagandakirina li dijî hikûmetê” 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.