Mihemed Muradî bi danîna barimteyê hat berdan

21:24 - 14 Gulan 2024

Roja Duşemî 24ê Banemera 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê Mihemed Muradî xelkê gundê Bêkûş a ser bi bajarê Pîranşarê bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, bi awayekî demkî hat azadkirin. 
 
Li gorî çavkaniyekê, di dema binçavkirinê de ev welatî ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên malbatî bê par bûye. 
 
Roja Duşemî  17ê Banemera 1403an a Rojî, ev welatî  bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe de hat binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhastin. 
 
Lê li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina Muradî de agahiyên rast li ber destê min nînin.