Bi binçvkirina Emîr Rehmanî re hejmara kesên li Şinoyê hatin binçavkirin gihîşt 3 kesan

04:37 - 19 Adar 2024

Li gorî agahiyên ku gihîştine Kurdpayê; Roja Duşemî 28’ê Reşemeya 1402’an, Emîr Rehmanî welatiyê Kurd xelkê taxa “Taçîn Ava” ya ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Hêzên ewlehiyê Rehmanî bi şikandina deriyê mala wî û destdirêjî û bêhurmetîkirinê binçav kirin e. 
 
Ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo dadgeha Şinoyê hate veguhastin û piştre bo yek ji navendên binçavkirinê yên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û biryara binçavkirina wî bo 15 rojan hate dayîn. 
 
Her di vê pêwendiyê de şeva Yekşemî 27ê Reşemeya 1402`an a Rojî, du xortên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên “Şehram Şahî” kurê Şafî û xelkê taxa “Emîrava” ya Şinoyê û “Fexredîn Ehmedî” kurê Ezîz. , xelkê taxa “Taçîn Ava” ya Şinoyê, ji aliyê hêzên Spha Pasdaran ve hatin binçavkirin. 
 
Roja 27’ê Reşemeya sala 1402’an a Rojî, ciwanekî temen 15 salî bi navê “Mêrdîn Gageşî” xelkê Pîranşarê li yek ji cadeyên vê bajarê bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.