Merîwan; 22 roj binçavkirin û nediyabûna çarenivîsa çalakvanê jîngeh û civakî Dilêr Zahidîpûr

23:34 - 17 Şibat 2024

Tevî ku 22 roj bi ser binçavkirina çalakvanê jîngehparêzî û civakî yê Merîwanê Dilêr Zahidîpûr re derbas dibe, lê ti agahî li derheq çarenivîsa wî de nînin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Ji dema binçavkirina vî çalakvanê jîngehparêzî, ji mafê pêwendî û seredana malbata xwe û herwiha hebûna parêzer jî bêpar maye. 
 
Nezanîna ti zanyariyan li derheq çarenivîsa vî welatiyê temen 45 salî bûye sedema dilgiraniya mezin a malbatê û heta niha ti saziyekê bersiva malbatê nedaye. 
 
Roja Înê 6’ê Rêbendana 1402’an a Rojî, Dilêr Zahidîpûr li derveyê mala xwe ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. Di dema binçavkirinê de hêzên ewlehiyê dest danîne ser telefona destan û tirimbîla şexsî ya vî welatî û birine. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Zahidîpûr de, ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.