Li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê cezayê îdamê yê girtiyekî bi rê ve çû

23:09 - 8 Çirriya paşîn 2023

Sibeha roja Çarşemî 17ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “Ekber Feroxî” li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiye hate bidarvekirin. 
 
Roja Duşemî 15ê Xezelwerê, ev welatî Azerî ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê li gel girtiyekî din bi navê “Emîn Xorişîdî” yê xelkê gundê “Nêrgî” ya ser bi devera Mergewera Urmiyê, bo odeya takekesî ya girtîgeha Urmiyê hatibûn veguhastin. 
 
Emîn Xorişîdî bi wergirtina rizamendiya dê û bavê kuştî ji darvekirinê hat rizgarkirin. 
 
 Xorişîdî 14 sal berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” ya welatiyekî hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn û Ekber Feroxî jî bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” 4 salan berî niha hatibû binçavkirin û cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina Ekber Feroxî ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye belavkirin.