Qedexehiya derketina malbata Azad Hisênpûrî yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Mehabadê

11:27 - 28 Tebax 2023

Roja Yekşemî 5`ê Xermanana sala 1402`an, Şehroz Hisênpûrî birayê Azad Hisênpûrî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, bo Îdareya Îtila`ata Mehabadê hat gazîkirin û hêzên ewlehiyê jê re ragihandin ku navbirî di gel xwişkan xwe qedexehiya derketinê li ser van e.

Li gor çavkaniya ku ji Kurdpayê re ragehandiye, hêzên ewlehiyê Şehroz Hisênpûrî agehdar kirine ku di heyama 48 demjimêran de pasaport û mobaylên endamên malbata xwe radestî îtlaata Mehabadê bikin û eger ew û xwîşka wî di torên civakî de çalak bin dê bi tundî di gel van reftar bikin.

 Şehroz Hisênpûrî piştî çend demjmêran lêpirsînê li Îdareya îtla`ata Mehabadê de hat berdan.

Di vê derheqê de, roja Pêncşemî 22’ê Tîrmehê, Şîrîn Hisênpûrî, Ferîba Hisênpûrî, Şîma Hisênpûrî, Şehroz Hisênpûrî û Rehman Îsmaîlî ji endamên malbata Azad Hisênpûrî ku di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de jiyana xwe ji dest dabû ji bo îdareya îtla`ata Mehabadê hatibûn gazîkirin û lêpirsîn ji van hatibûkirin.

Di destpêka meha Tîrmehê de, li berdewamiya kiryarên xirab yên hikûmetê yên li ser gorên şehîdên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ajansên hikûmetê peyva "şehîd" ji ser tirba Azad Hisênpûrî rakiribûn.

Êvariya roja Pêncşemî 26`ê Xezwlwera 1401`an, Azad Hisênpûrî, diransaz û xwenîşanderê xelkê Mehabadê, li dema serhildana şoreşgerî de, bi sedema teqekirina hêzên ewlehiyê yên serkutker, canê xwe ji dest da.