Li sînorê Bane ji ber gulebarana hêzênleşkerî yên dewletê kolberek jiyana xwe ji dest da

16:32 - 13 Tebax 2023

Roja Yekşemî 22`ê Gelawêjê, kolberê bi navê “Erselan Resûlî” xelkê Serdeştê, li sînorê Hengejale ya bajarê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin.

Hêzên Leşkerî yên hikûmetê bi gumana hilgirtina kelûpelên qaçax, bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane li vî Kolberî.

Termê wî kolberî birin bajarê Banê û heta niha radestî malbata wî nehatiye kirin.

Di vê derbarê de, êvariya roja Pêncşemî 12`ê Gelawêjê, kolberek din yê bi navê “Hoşyar Emînî Dûsîne” kurê Mihemed xelkê gundê “Dûsîne” a bajarê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin.