Pawe: Welatiyek ji aliyê hêzên dewletê ve birîndar bû

10:17 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2023

Êvariya roja Yekşemî 1’ê Gelawêjê hêzên hikûmetê êrîşî li ser gundê “Siryas” a ser bi Pawê kirin û dest danîn ser kelûpelên kasibkaran û di encama gulebarana van hêzan de welatiyek bi navê “Fuad Husênî” birîndar bû.

Li gor çavkaniya agehdar a Kurdpayê, hêzên hikûmetê piştî dest danîna bi ser kelûpelên kasibkarên wî gundi, 5 welatiyên bi navên “Semîr Şûşmî, Ta`et Salihî, Xebat Ezîzî, Arman Mehmûdî û Sivet Husênî” jî binçakirin.

Her di vê derbarê de, sibeha roja Duşemî 2’ê Gelawêjê hêzên hikûmetê avêtine ser mala welatiyekî bi navê “Berzan Erjengî” yê xelkê gundê “Nêy” a Merîwanê û dest danîn ser kelûpelên kasibkaran de.