Seqiz; Mamoste “Sabir Xudamuradî” bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet hate banghêjkirin

11:59 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2023

Mamoste “Sabir Xudamuradî” yê pişnimêjê bajaroka “Qewex”ê ser bi bajarê Seqizê, bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hate banghêjkirin.

Roja Yekşemî 10ê Banemerê, ew mamosteyê Kurd ji aliyê Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya bajarê Hemedanê ve 7 meh û nîv girtîgeha ragirtî û 74 derbên qamçiyan ên ragirtî, bi ser de hate sepandin.

Dadgehê, tohmetên “Propagende li dijî nizam û alozkirina hizra giştî” bi ser mamoste “Sabir Xudamuradî” de sepandine.

Ew mamosteyê Kurd li 6`ê Banemerê bo bi sedema piştevanîkirin li şoreşa Jin jiyan Azadî yê li pêşnimêjiya roja Înê de, bo cara 3emîn bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya bajarê Hemedanê hatiye gazîkirin.