Li Şinoyê 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

16:34 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha roja Yekşemî 18’ê Pûşperê 4 welatiyên Kurd bi navên Aram Şaban xelkê Şinoyê, Fexredîn Pûdat xelkê gundê Betiriyan a Şinoyê, Xidir Ebdullahî Emîrebad xelkê Şinoyê û Osman Hemzezade xelkê gundê Kuroş Abada Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpa yê re ragihandiye, ev 4 welatiyên han bi bê pêşkêş kirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine binçavkirin.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên van çar welatiyên Kurd de tine.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Osman Hemzezade, Aram Şaban, Xizr Ebdullahî Emîrabad û Fexredîn Pûdat.