Navendên ewlehiyê ji kanalên nûçeyan ên Baneyê re: Nûçeya kuştina kolberan belav nekin

12:01 - 26 Hezîran 2023

Navendên ewlehiyê hişyarî dane kanalên Telegramê yên Baneyê ku ji belavkirina nûçeyên têkildarî kuştina kolberan dûr bisekinin.

Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdapa re ragehandiye, di salên derbasbûyî de navendên ewlekarî bi givaşên li ser kanalên nûçeyan yên Telegramê rê li ber agahdar kirina rewşa kolberan li sînorê Bane girtine û her carê jî fermandarên firqeya sînorî îdia dikin ku li gorî qanûnê kolber hatin gulebarankirin û îdia dikin ku bertekên wan rewa ye.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Navendên ewlehiyê gef li kanalên nûçeyan ên Baneyê xwarin û ragihand ku nabe nûçeyên kuştina kolberan ragihînin û eger kesek li sînor hat kuştin, mesele neyê dirêjkirin û hûrgiliyên nûçeyê veşartî bimîne.

Êvariya roja Şemiyê 3’ê Pûşperê, kolberek Kurd bi navê “Wiriya Şerîfî” xelkê gundê “Hengehjale” a ser bi navçeya Banê, ji ber gulebarana hêzên leşkerên hikûmetê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha sibeha roja Duşemî 15’ê Cozerdanê, Hoşyar Hesenpûr xelkê bajarê Bane, bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê li sînorê “Zile”ê canê xwe ji dest da.