Cezayê bidarvekirina “Hêmin Mistefayî” li girtîgeha Sinê bi rê ve ço

16:08 - 22 Hezîran 2023

Sibêdeha roja Çarşemî 31`ê Cozerdana 1402 a Rojî, cezayê bidarvekirina “Hêmin Mistefayî” yê xelkê bajarê Merîwanê, li girtîgeha navendî ya bajarê Sinê, hate cîbicîkirin.

Malbata wî girtîyî û hejmarek ji çalakvanên medenî heta sibêdeha îro li rûberûyê girtîgeha Sinê de kom bûn û daxwaza pûçkirina ceyayê bidarvekirina “Hêmin Mistefayî” kirin.

Ew girtiye, roja Dûşemî 29`ê Cozerdana 1402 a Rojî, bo cîbicîkirina cezayê sepandî bi ser de, bo odeya take kesî hatibû veguhastin.

Ew binçavkiriyê Kurd li 11`ê Reşemeya 1391 a Rojî, bi tohmeta “kuştina Îbrahîm Mihemedî Tazê Abad” ku endamê berê yê Spaha Pasdaran bû, li bajarê Merîwanê hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Îdareya Îtila`t li bajarê Sinê hatibû veguhastin.

Piştre “Hêmin Mistefayî ji aliyê dadgeha cezakirinê ya Sinê de bi tohmeta “ragirtina çek”, 4 sal girtîgeh û bi tohmeta “Kuştina bi zanebûn, cezayê bidarvekirinê bi ser de hate sepandin.

Îtirafên bi zorê yê wî girtiyê Kurd li belgefilmek li jêr navê “Sûjeya hevpar” ji kanala “Press TV” hate belavkirin û “Hêmin Mistefayî” digel 3 welatiyên din ên bi navên” Beyan Kakeyî, Hîwa Dadaferîn û Xelîl Şêrzadî” ên tohmetlêdayiyê vê dosyê, li vê belgefîlmê de îtiraf bi hebûna rol li kuştina “Îbrahîm Mihemedî” li demjimêrên şevê li 7`ê Xakelêweya 1391 a Rojî de kirin.

Li 31`ê Banemera 1396 a Rojî, bi hewla welatiyan û çalakvanên medenî, piştî lêbihorîna malbata kesê hatî kuştinê, cîbicîkirina cazayê bidarvekirina “Hêmin Mistefayî”, hatibû sekinandin.

Hêmin Mistefayî”, kurê “Înayet” û xelkê gundê “Kanî Dînar”ê ser bi bajarê Merîwanê ye

Heta niha, nûçeya bidarvekirina vî girtiyê Kurd, ji aliyê berpirsên pêwendîdar an ragihandinên navxweyê Îranê, nehatiye ragihandin.