Sine: Çalakvanê kedkarî Îqbal Şeibanî bi danîna barimteyê hat berdan

11:14 - 1 Hezîran 2023

Roja Çarşemî 10’ê Cozerdanê, çalakvanê kedkarî yê bajarê Sinê “Îqbal Şeibanî” piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha bajarê Sinê hat berdan.

Ev çalakvanê kedkarî, roja Sêşemî 9`ê Cozerdanê, ji girtîgeha îtla`ata Sinê bo girtîgeha Sinê hatibû veguhastin.

Roja Înê 29’ê Banemerê ev çalakvanê kedkarî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Sinê hatibû veguhastin.

Di Banemera 1398’an a Rojî de, ev xebatkarê kedkariyê ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sinê bi serokatiya dadwer “Saîdî” cezayê salek hepsa ragirtî û sê sal hesp bo hatibû birîn.

“Îqbal Şeibanî” roja Sêşemî 30’ê Rêbendana 1997’an, li yek ji cadeyên bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî 28 rojan ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hatibû azadkirin.