Li Sinê welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

16:30 - 28 Gulan 2023

Roja Çarşemî 3`ê Cozerdanê, welatiyê bajarê Sinê yê bi navê “Beşîr Nûrî” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkriin û bo navenda Îdareya Îtila`ata vî bajarî hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bibê nîşandana belgeya dadgehê, ev welatiyê han li şehreka Spahê ya ser bi bajarê Sinê binçavkirine.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Roja Şemiyê 6`ê Cozerdanê, “Nûrî” di pêwendiyeke telefonî de ji malbata xwe re ragihandiye ku li girtîgeha ‘tla`ata Sinê de ye.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser vî welatî ber dest tune ye.