Di sala 1401`an de du qat zêdetir girtiyên Kurd û Belûç û pênc qat zêdetir jî girtiyên siyasî hatine îdamkirin
Navenda Amarî a Saziya Mafên Mirov a Kurdpa yê, li zincîre raportên cuda-amarî de, bi zêdebûna bê sînûr a birêvebirina hukmên îdamkirina girtiyên siyasî û kêmneteweyan di sala 1401`an de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve îşare kiriye.
Li gor amara ku Kurdpayê tomar kiriy;
Di sala 1401'an de birêvebirina cezayê îdamkirinê li gorî sala 1400'an ji sedî 64 zêde bûye.
Îdamkirina girtiyên siyasî li seranserê Îranê 5 qat zêde bûye. Di halekê de di sala 1400`an de, du girtiyên siyasî bi hatibûn îdamkirin.
Îdamkirina girtiyên siyasî yên Kurd 4 qat zêde bûye.
Îdamkirina girtiyên ne siyasî yên Belûç û Kurd du hember zêdetir bûye.
Nîşandeka giştî ya amara îdamkirinê di 1401`an de:
Di sala 1401’an de 582 haletên cezayê îdamê ji aliyê Komara Îslamî ve birê vêe çûne.
Ji wan 164 Belûç, 62 Kurd, 13 Efxanî, 1 Tirk, 1 Tirkmen û 1 Pakistanî bûne.
2 ji kesên hatin îdamkirin zarok-sûçdar bûn. (Omîd Elîzade (Belûç), Yûsif Mîrzawend). Herwiha hat ragihandin ku îdamkirina Mêhrab Salihî ku di girtîgeha Yezdê de hatiye îdamkirin, bi îhtimaleke mezin zarokekî sûçdar e.
Di nava kesên hatine îdamkirin de 12 jin jî hene.
Herwisa ji bo wan 62 welatiyên Kurd ku hatine bidarvekirin, 5 kesên din li girtîgeha Urmiyê û 1 kes jî li girtîgeha Kirmaşanê de hatine îdamkirin, ku bi sedema nezanîna netewe û mafê wan di vê raportê de bi awayeke cuda îşare bi wan hatiye kirin.
Li gor vê raporê, 68 haletên îdamkirinê li navçeyên Kurdistanî yên Îranê hatine encamdan, ku Kurdpa yê 62 ji wan welatiyên Kurd piştrast dike.
Îdamkirina 10 girtiyên siyasî: Fîroz Mûsalû (Kurd), Mohsin Qenberzehî (Belûç), Ebdullah Qenberzehî (Belûç), Mohsin Şikarî, Mecîdriza Rehneward, Mihemedmehdî Kermî (Kurd), Mihemed Husêynî, Elîriza Ekberî, Serkevt (Areş) Ehmedî (Kurd), Mihyedîn Îbrahîmî (Kurd).
Hêjayî baskirinê ye ku îdamkirina 7 girtiyên siyasî li seranserê Îranê ji aliyê Komara Îslamî ve bi destpêkirina serhildana şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye encamdan û ev yek nîşan dide ku Komara Îslamî ya Îranê îdamê weke amûrek ji bo tepeserkirina xwenîşandanan û tirsandina civakê mifah wergirtiye.
Ji van girtiyên bi navê Mohsin Şikarî, Mecîdriza Rehnewerd, Mihemedmehdî Keremî û Mihemed Husêynî 4 kes ji ber tevlîbûna çalakiyên şoreşgerî yên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin îdamkirin û girtiyên din ên ku beriya niha bi cezayê îdamê hatibûn mehkûmkirin, di heyama piştî çalakiyan de hatin îdamkirin.
Sûcên der barê kesên hatine îdamkirin de:
Girtiyê siyasî; 10 halet
Sûcên girêdayî madeyên hişber: 289 halet
Kuştin: 241 halet
Destdirêjî: 31 halet
Şer ji rêya bi talankirina çekdarî; 7 halet
Kuştina bizanebûn û sûcên madeyên hişber; 2 halet
Şer û kuştina bizanebûn: 1 halet
Şer: 1 halet
Girtîgeh û cihê îdamkirina girtiyan:
Di sala 1401’an de Komara Îslamî ya Îranê di 59 girtîgehên welat de biryara îdamkirinê birê ve biriye û li vir em ê îşare bi îdamkirina herî zêde li hinek girtîgehan bikin.
Zêdetirî 60 îdam li girtîgehên Zahidan û Şîrazê hene.
Girtîgehên Kerec û Recayî Şehr jî bi 50 û 46 cezayên îdamkirinê di rêza duyemîn de ne.
Herwisa girtîgehên Erak, Urmiye û Îsfehanê, di rêza sêyemîn de ne.
Têbînî: Nav û agahiyên vê amarê li Kurdpa yê hatine tomarkirin.
Amadekar: Evîn Mistefazade