Girtiyek xelkê Mihabadê piştî berdanê, canê xwe ji dest dide

12:05 - 11 Kanûna Paşîn 2023

Di nav serhildana seranserî ya Rojhilatê Kurdistanê de ku hejmarek zêde ji xelkê nerazî hatine girtin û piştî azadiyê canê xwe ji dest dan, yek ji wan kesan jî, “Ebûbekir (Hejar) Seîdnizad bû ku piştî 18 roj azadbûnê, canê xwe ji dest da.

Çîroka Hejr Seîdî wiha ye; Ebûbekir Seîdî naskirî bi Hejar yê xelkê bajarê Mihabadê rêkevta 28ê Xezelwera 1401an a Rojî, demjimêr 10ê şevê hevdem digel serhildana xelkê Mihabadê di navçeya “Kanî Sofî Reş” a Mihabadê de, ji aliyê hêzên Îranê ve tê girtin û bo cihek nexuya tê veguhastin.

Navbirî piştî 22 roj binçavkirinê, bi wergirtina sozname û valakirina yek milyard Tumen cerîma nexdî, ji girtîgeha Urmiyê tê berdan. Navbirî piştî 18 rojan canê xwe ji dest dide. Lê ev yeka nayê medyayîkirin. Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê perde li ser wê cinayetê rakiriye û wiha nivîsiye: “Hejar Seîdî 9ê Befranbarê, canê xwe ji dest da. Malbata wî termê wî bo Pizîşka Yasayî dibin da ku sedema canjidestdana wî bizanin, lê Pizîka Yasayî çend roj piştî biaxsipartina Hejar, belgeyekê dide malbata navbirî ku tê de canjidestdana wî “nexuya” daye zanîn”.

Hatiye zanîn ku cihê îşkenceyek tund li ser leşê Hejar hatiye xuyakirin ku hem pişt û hem jî ran û zikê wî bi tevahî şîn bûye. Navbirî piştî berdanê du heftiyan xemok bûye û digel kesê neaxavtiye û heta wisa bûye ku hevjina wî bo cihek din hatiye veguhastin.

Malbata Hejar li ser wê bawerê bûne ku kurê wan di encama îşkence û givaşên ruhî de, tûşî sekinandina dil bûye.

Malbata Hejar Seîdî di yekemîn roja binçavkirina navbirî de heta dema canjidestanê û niha jî di bin givaşên hêzên ewlehî yên Komara Îslamiya Îranê de ne.