Ajansa Kurdpa: Du çalakvanên mafên mirovan û mafên sivîl ên bajarê Bokan a rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê liqa 3’em a dozgeriya Înqilab(şoriş) a bajarê Tehranê ve, pirs ji wan hatin kirin.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Sêşemî, 30‘ê çileya pêşîn a 2014’an, Riza Şerîfî Bokanî û Seher Seadetî, ji wan du çalakvanên mafên mirovan û mafên sivîlên Kurd ên Bokanî ne ku xwe bi dozgeriay Înqilab a Tehranê dabûn nas kirin.
Ew du çalakvanên Kurd roja 7’ê çileya pêşîn a 2014’an, bi sedema pişikdarî kirin di rêûresma Roja Xwendekar (li prka Lale a Tehram)de,bi tometa “teblîx dij bi sîstemê” û beşdarî kirin ji civîneke nefermî de, hatibûn mehkûm kirin.

jêdereke agah ajansa nûçegihaniya Kurdpa re got: Seher Seadetî û Riza Şerîfî Bokanî, bi midetê 4 demjmêran bin çavdêrî û lêpirsîna dozgeriya Înqilab a Tehranê de bûn ku bê parêzer bi xwe parastina û berevaî ji xwe kiri bûn.
Pêştir jî, Riza Şerîfî Bokanî ligel Seher Seadetî, piştevaniya xwe bi girtiyên siyasî ên zindana Urmiyê re îlan kiribûn.





