2 wilatiyên li Girtîgeha Recaî Şehr a bajarê Kerecê hatin darvekirin

13:42 - 17 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: sibêdeya roja çarşenb, berwar 27’ê meha Befranbar a sala 1391a rojî,du wilatiyên Îranî li zîndana Recaî Şehr a bajarê Kerecê hatin darvekirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa,sibêdeya roja çarşenb 2’wilatî bi navên “Elî Nadirî” temen 21 sal û “Îbrahim Ehemdî” temen 37 sal û xelkê bajarê Weramînê bi sûçê encamdana kuştinê, li zîndana Recaî şehr a Kerecê hatin darvekirin.

Ji aliyek din nûçegihaniya Îsna bilav kir , 2 wilatiyên din li bajarê Meşhed û Sebzêwar a parêzgeha Xoarsanê bi sûçê encam dana destrêjiya cênsî hatin darvekirin. Her wisa doh dîwana bilind a wilatê Îranê hukmê darvekirinê jibo du kesan bi navên “Elî Riza Mafîa” û “Mihemed Elî Serwerî” bi sûçê “dijberîya Xwedê”der kir.hukmê han di demeke nêzde dê li ber çavên xelkê birêve biçe.