2 Kolberên Kurd li serhedê Kurdistan de hatin kuştin û birîndar kirin

18:28 - 6 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Şêlikiya rasterasta hêzên milîtarên rêjîna hukûmeta islamiya Îran li dewerên ser sînorê Herêma Kurdistan, kuştina kesik bi dû ket.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li roja borî de, 2 welatiyên Kurd li derwerên serhediyên Serdeşt û Banê, ji aliyê milîtarên hukûmeta Îranê ketin ber şêlikiyan ku li sedem de ciwanik 23 salî bi navê Soran, canê xwe ji dest da.

Ew Kolber ji xelkê gundê Wawane ku ser êwara roja borî li nêzî gundê Nelas, bi destê milîtarên hukûmî hate kuştin.

\"18222.jpg\"
Gundê ser sinorê Çoman li dewera Banê
Her wisa raportêrê ajansa Kurdpa li Banê ragihand: sibêzûya roja borî de jî, Kolberik Kurd bi navê Ehmed, kurê Celal li nêzî gundê serhediyê Çoman de bû ermanca şêlikiya ajanên milîtarî.

Li sedem şêlikiya milîtarên cêgîr bûyê li ser sînorê Çoman de, ev Kolber bi dujwarê birêndar bû û raguhastiyê senterên midîkal li şarê Banê hate kirin.

Bi hegera nebûna derfetê kar, nebûna kar danînên hukûmî û bêkarî li parêzgehên Kurdistan, Azerbaycana rojava û Kirmanşan de, welatiyên Kurd bi taybet ciwan, rû bi karê pir ji metirsiya Kolberê kirine ku pitir caran, ji aliyê hêzên milîtarî de dikevin ber şêlikiya rasterast ku kuştina Kolber jî bi dû tê.