2’ Kolberên Kurd li herêma Serdeştê bi teqeya hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê bûne qurbanî

13:38 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: 2 Kolberên Kurd ku xelkê gundekî ser bi bajarê Serdeştê ne bi teqeya rasterast ya hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê bûne qurbanî.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, êvariya roja Yekşem berwar 14’ê Tîrmehê, Kolberek Kurd binavê “Qurban Şêxî”temen 28 salî û kurê Rehman bi teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên Komara Îslamiya Îranê hate kuştin.

Yek ji xizmên malbata wan 2 qurbaniyên Kurd bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand, ku “Qurban” piştî birîndar bûnê ji aliyê hevalên wî hewila rizgar kirina wî hate dayîn,lê seva êrîşa dubara ya hêzên Komara Îslamiya Îranê û destrêjiya dubare, canê xwe li dest da.

Ji aliyek din li encama teqeya hêzên leşkerî yên Komara Îslamiya Îranê birayekî din yê wî Kolberê Kurd binavê “Şoreş Şêxî”temen 33 salî bi xurtî hate birîndar kirin.

Ew du Kolberên Kurd xelkê gundê “Gewelan”ya ser bi bajarê Serdeştê bûn ku seva belengazî û hejariyê û jibo peydakirina nanê rojê karê pir metirsî yê Kolberiyê hilbijartibûn.

Heya dema bilav bûna vê nûçeyê termê “Qurban” radestî malbata wî nehatiye kirin û li heman demê de Şoreşê birayê wî bi birîndarî kevtiye destê hêzên dewleta Îranê.