2 hezar sikala seba lêxistina qutabiyan di xwendingehên Îranê de hatine tomarkirin

16:31 - 17 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Berpirsyarê nirxandina encam û bersivdana wezareta perwerde ya Îranê ragehand ku, ji 2 salên derbazbûyî ve heya niha, 2924 sikala ji aliyê malabatên qutabî û xwendekarên Îranê ve seba tundûtîjiya cesteyî di xwendingehan de hatine tomarkirina ku, 1274 sikala ji wan di cihê xwe de bûn.

Li gorî rapora nawenda nûçegihaniya “ÎLNA” yê, Roja Yekşemî berwarê 16’ê Çiriya Pêşîn a 2016’an, “Rehîm Mîrşa Weled” di vê derheqê de ragehand ku, ji 1294 sikalayên ku hatine tomarkirin di 2 salên derbazbûyî de, 1247 sikala rast bûne û 650 sikala jî, bê bingeh bûne.

Navbirî rehweha bas ji azara cesteyî ya qutabiyekî bi navê “Mihemmed Parsa Tehêrî” li herêma 9 a Tehranê kir û got, “Serê wî xwendekarî ji aliyê mamosta ve hatiye şikênandin, û Mihemmedparsa d vê derbarê de dibêje ku, mamosta jê re êrîş biriye û serê wî ji deriyê kilasê xistiye û eva jî bûye sedema sikestina serê wî, û di encam de serê wî 3 “Teqel” (Bexye) xwarine.

Eva di demekî de ye ku karbidestên Îranî berdewam bas li dilrehmiya Îslamî dikin, lê zarokên xelkê di cih û nawendên perwerdeyî de li Îranê, berdewam dibin armanca azara cesteyî û riftarên qirêj yên mamosta û karbidestên xwendingehan.