11 girtiyên siyasî ên di zîndana Rcaî Şehra a bajarê Kerec’ê Nameyek jibo Komîsarya Bilind a Mafê Mirov a Netewên Yekgirtî nivîsandin

13:49 - 2 Kanûna Paşîn 2013
Ajnasa Kurdpa: komek ji zîndaniyên siyasî ên zindana Recaî Şehra a bajarê Kerecê xwazyarê hilweşîna hûkmê zindanî kirina parêzerên zîndani di Îranê de bûn.

Deqa Daxuyaniyê bi destê Kurdpa gehîştiya ku li jêr tê:.

Komîsêra mafê mirov a Netewên Yekgirtî, Xanim a Navî Pîlay
Her wek tu û hevalên te û karbidestên berê yê rêxstina Netewên Yekgirtî dizanin, rejîma Komara Îslamî a Îranê li heyamê 33 salên derbas bûyî de nîşan daye ku yek ji mezintirîn binpê kerê mafê mirov û bi taybetî rexnegirên navxweyî û bigre Penaberên siyasî ên derveyî welêt jî bûye.

rejîma Komara Îslamî a Îranê li ser rêjeya darvekirinê, eşkence, Zîndan, kuştin, terora howane a navxwe û derveyî welêt, girêdana rojnameyan, tepeser kirina wilatiyan û gef xwarin ji belengazan, çêkirina sûç jibo wilatiyên bê goneh, tepeser kirina zimanî û nejadî, çûne serê a radeya zarokên ser kolanan, zêde bûna rêjeya bêkarî, madeyên hişber, bêpar kirin ji xwendinê, hinartina parazîtan bo ser mahwareyan, qût kirina Întêrnêtê, konterola name û Emaylên wilatîyan, tepeser kirina civînên sivîl ên nerazîyan, rê girtin ji pêkanîna rêxistinan û binpê kirina hemû birgeyên carnameya gerdûnî a mafê mirovan berdevame.

serbari hişyarî û mehkûm kirinên navneteweyî, heya îro rojê li rêza yekem a tepeser kirinê daye.

rejîma Îslamî a Îranê bi hemû ev cinayetên xwe razî nine û zûr tiring mafên navxweyî û navneteweyî li hember parêzeran de binpê kiriye û tenê bi sûçê berevanî ji mafên hepsiyan, îzna parêzerî a wan kesan hilvişandiye û bi zîndanê mehkûm kirine.

em hepsiyên siyasî ên wajo kerê vê nameyê, daxwazê ji rêxistina mafê mirovan a netewên yekgirtî û hemû nawendên parêzerê mafê mirov û mirov dostan dikin kû rejîma Îslamî a Îranê mehkûm bikin û bi har awayekê kû dikarin li pêxema hilvişandina hûkmê zîndan û dana îzna parêzerîya Mihemed Seyf Zade, Nesrîn Sitûde, Nasir Zerefşan, Mihemed Elî Dadxah, Fetah Sultanî, Hûten Kîa, Xelîl Behramîan û parêzerên Derwêşn gonabadî û hemû parêzerên din bi kiryar pêngawan havêjin.
Wajo kerên nameyê:
1-Şahrox Zemanî
2-Resûl Budaxî
٣- Salih Kohendil
٤-Mîsaq Yezdan Nejad
٥-Seîd Masûrî
٦- Elî Cebarî
٧-Efşîn Usanlû
٨-Riza Şerîfî Bûkanî
٩- Efşîn Hêyretîyan
١٠ –Cefer Êqdamî
١١- Xalid Herdanî