Kuştina zêdeyî hezar çekdarên DAÎŞ’ê di êrîşin esmanî de
Di encama êrîşên esmanî ên hêzên hevpeyman bin serpereştiya Amerîkayê de, heya niha zêdeyî hezar endamên DAÎŞ’ê hatine kuştin.
Di encama êrîşên esmanî ên hêzên hevpeyman bin serpereştiya Amerîkayê de, heya niha zêdeyî hezar endamên DAÎŞ’ê hatine kuştin.
Xebat Mengurî çalakvanê medenî ê Kurd, mehekî beriya niha ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve li Mehabadê hatibû binçav kirin ku heya niha jî çarenivîsa wî nehatiye eşkere kirin.
Bi sedema çêkirina wekhevî û ji holê rakirina nakokiyan navbera etnîkên cur bi cur û aliyên cihê reng ên ayînî û olî de, xelata Navenda Parastina mafên mirovan bi alimekî olî ê Belûç hat dayîn.
Tevî sozên nerast ên karbidestên hikûmeta Îranê li ser guhertina rewşa girtîgeha Urmiyê, zindanî bo bi dest xistina xwestekên xwe yên diyarî kirî, dirêje bi berxwedanê didin.
Welatiyekî Kurd ê Dîwandereya Rojhelatê Kurdistanê, ji aliyê dozgeriya hikûmeta Îsalmiya Îranê li bajarê navbirî, piştî eşkere bûna hukmê wî, bo girtîgehê hat veguheztin.
Hejmarek berçav li Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, bi armanca piştevanî kirin ji greva birçîbûna Urmiyê, hember konsolosxaneya hikûmeta Îslamiya Îranê, li Enqera paytextê Tirkiyê, xwenîşandanek lidar xistin.
Karbidestên hepsa Urmiyê, bi çêkirina rewşeke ewlekarî derdora zindana Urmiyê, bi soza veqetandina girtiyên din ji girtiyên siyasî, ji wan xwestin ku gireva birçîbûnê bidawî bînin.
Bi armanca piştevanî kirin li girtiyên siyasî ên Kurd li Urmiye ya Rojhelatê Kurdistanê, 2 girtiyên din li Recayî Şehr a Kerec li Îranê, ê bikevin greva birsîbûnê a sembolîk de.
Gefxwrin û givaşa karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê li ser girtiyên ku li zindana Urmiyê ketine greva birçîbûnê, bertekdana navendeke parêzerê mafên mirovan a Londonê bi pey xwe hişt.
Hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê li Sine a Rojhelatê Kurdistanê, bavê çalakvanekî siyasî, xisin bin zext û givaşan daku kurê xwe ji derveyê welat bo Îranê veguheze.