Mesûd Kurdpûr ji girtîgehê azad bû
Rojnamenivîs û çalakvanê Mafê Mirovan ê berê yê Kurdistanê ji girtîgehê serbet hat berdan.
Rojnamenivîs û çalakvanê Mafê Mirovan ê berê yê Kurdistanê ji girtîgehê serbet hat berdan.
Zarokekî Ereb xelkê bajarê Ehwazê bi sedema teqîna mînekî çandî li qerax binkeyeke ertêşê, destê wî jêvebû.
Qadir Ebdullazade, xwendekarê girtî piştî derbazbûna du meh girtinê, bo girtîgeha Urmiyê hat veguheztin.
Rêkxistina berevankar a mafê mirov li Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, xwaziyarê serbestberdana rojnamevan û çalakvanên mafê mirov bûn.
Piştî derbazkirina zêdetir ji 50 rojan bi ser destbiserkirina dehan çalakên Ereb di çendîn bajarên parêzgeha Xûzistanê de, navê heşt kes ji wan girtiyan, ji aliyê dadweriya hikûmeta Îranê ve, hate eşkereekirin, û tawana wan “miharibe”…
Du girtiyên Kurd ku ji aliyê Wezareta Îtila’ata bajarê Bokanê ve hatibûn binçavkirin, ji bo girtîgeha navendî a bajarê Mehabadê hatin veguhistin.
Nawenda Berevankar a mafên mirovan, di kempêyna cîhanî de xwaziyara serbestberdana girtiyên siyasî, û yek ji wan ciwanekî kurd bûye.
Hesen Şêx Axayî rojnamevan û birêvebirê malpera “Riwangeh” piştî du mehan bi danîna pereye zaf ji girtîgehê derket.
Girtiyekî Kurd bi navê “Husên Şadrewan” xelkê bajarê Seqizê, bi sedema guhnedana berpirsyarên girtîgehê bi rewşa nebaş ya wî, dest avête gireva birçîbûnê.
Keçeke xwendekar û du ciwanên Kurd xelkê Serdeştê ji aliyê hêzên cilikşexsî yên Îdareya Îtilaata vî bajarî ve hatin girtin, û ber bi cihekî ne diyar hatin veguhastin.