Girevgirtina seranserî ya xelkê Kurdistanê destibserkirina çalakvanên medenî li pey xwe anî
Bi destpêkirina girevgirtina giştî ya xelkê Kurdistanê, hêzên îtila`ata Hikûmeta Îranê dest bi girtina hevwelatiyan û çalakvanên medenî yên Kurd kiriye.
Bi destpêkirina girevgirtina giştî ya xelkê Kurdistanê, hêzên îtila`ata Hikûmeta Îranê dest bi girtina hevwelatiyan û çalakvanên medenî yên Kurd kiriye.
Hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Îranê du çalakvanê Kedkariyê yên li bajarê Sine, destbiser kirin û ev bo cihekî nediyar veguhastine.
Hêzên Îtila`atî hevwelatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê destbiser kirin, û bo cihekî nediyar veguhastin.
Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê “Serwabad”ê di dema kolberiyê de ji bilindahiya “gerdena “Te Te” berbû û bi awayekî giran birîndar bû.
Hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê “Serwabad” ê ji ber teqîna mînê bi dijwarî birîndar bû, û pê xwe ji dest da.
Berpirsê îdareya Çandî û Îrşada bajarê Pawe, di rêûresima rêzgirtin ji hûnermendê navûdeng yê Kurd yê bi navê “Usman Hewramî” de, gef ji çalakvanên Kurd yên çanda Kurd xwar.
Taya 112 a Dadgeha Giştî a bajarê Urmiyê, cezaya 36 sal hepsa te`izîrî ji bo du hevwelatiyên Kurd yên xelkê wî bajarî birî.
Gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê li ser sînorê “Şêx Sile” a ser bi bajarê Selas a Babacanî a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, birîndar bûna du kolberên Kurd li pey xwe anî.
Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Selmasê di encama gullereşandina rasterast a leşkerên Hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Şinoyê canê xwe ji dest da.
Îtila`ata Spaha Pasdaran a Hikûmeta Îranê li bajarê Mehabadê, givaşên zêde xistiye ser malbatên endamên partiyên Kurd û her di vê derheqê de jî daxwaza anîna zarokên wan kirine.