Teqîna mînê canê nûgihanekî 14 salî lê stand
Roja Şemî, 3`ê Reşemehê, bi sedema teqîna mîneke xirnekirî yê şerê Îran û Îraqê di devera Qesraşîrînê de, canê nûgihanekî 14 salî lê stand.
Roja Şemî, 3`ê Reşemehê, bi sedema teqîna mîneke xirnekirî yê şerê Îran û Îraqê di devera Qesraşîrînê de, canê nûgihanekî 14 salî lê stand.
Rewşa tendirustî ya girtiyekî Kurd ê bi navê “Selam Merdan” ê 28 salî û kurê Xalid û xelkê gundê “Sewce” a girêdayê bajarê Şinoyê bi sedema girevgirtinê nebaş e.
Dr. “Umîd Muderesî”, Pizîşkê didan û çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Merîwanê, piştî derbaskirina mehek ji binçavkirinê, heya niha qedera wî nexuya ye.
“Cawîd Rehman”, Raporterê Taybet ê Saziya Neteweyên Yekgirtî li Karûbarê Mafê Mirov Li Îranê, Di rapora xwe de li derheq girtiyên Îranê ragihandiye ku, Niviya hepsiyên siyasî yên ku bi tohmeta “têkdana dijî tenahiya netewî” hatine…
Roja Duşemî, 28`ê Rêbendanê, kolberekî din yê bi navê “Şahid Edak”, xelkê gundê “Jîwar” a ser bi bajarê Hewramanê, piştî 24 demjimêran, bi sedema dijwariya birîna xwe di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de canê xwe ji dest da.
Roja Yekşemî 27`ê Rêbendanê, hejmarek ji kolberên Kurd li sînorê Newsûdê a ser bi bajarê Paweyê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve rastî gullereşandina rasterast hatin.
Roja Yekşemî, 27`ê Rêbendanê, 2 hepsiyên siyasî yên kurd bi navên “Kamiran Derwîşî û Siyamek Eşrefî”, ji benda hepsiyên siyasî a girtîgeha Urmiyî bi benda Lawan a wê girtgehê hatine weguhastin.
Êwara roja Yekşemî, 27`ê Rêbendanê, Kolberekî Kurd bi navê, “Kamran Qadirî”, xelkê gundê”Serdûş”a girêdayê bajarê Merîwanê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê de, birîndar bû.
Roja Yekşemî 27`ê Rêbendanê, ji aliyê berpirsê bendîxanê ve daxwaz ji girtiyên girtîgeha bajarê Urmiyê hatiye kirin ku beşdarî yê li 11`mîn xula hilbijartina rejîmê de bikin.
Roja Şemî 26`ê Rêbendanê, “Siyamek Eşrefî”, hepsiyê siyasî yê Kurd, di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de, dest avête gireva birçîbûnê.