Heyamê heftiyekê ye ku qedera “Hidayet Ebdullahpûr” nerone
Roja Şemî, 16`ê Gulanê, heftiyek ji neroniya qedera hepsiyê siyasiyê Kurd, “Hidayet Ebdullapûr” derbas dibe ku di girtîgeha bajarê Urmiyê de, hikmê sêdarê li ser de hatiye sepandinê.
Roja Şemî, 16`ê Gulanê, heftiyek ji neroniya qedera hepsiyê siyasiyê Kurd, “Hidayet Ebdullapûr” derbas dibe ku di girtîgeha bajarê Urmiyê de, hikmê sêdarê li ser de hatiye sepandinê.
Dîwana bilind a welat cezaya 11 sal hepsa te`izîrî ya mamostayekê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Seîd Aram Emînzade” pejirand û ew cezaye roja Sêşemî 23`ê meha Banemer, bi wî hepsiyê “eqîdet”î di girtîgeha bajarê Urmiyê de hate ragihandin.
Roja Sêşemî 23`ê Banemer, kolberekî Kurd yê bi navê “Kamran Mewlaniya” kurê “Îsmaîl” yê temen 32 salî û xelkê gundê “Gewelan” a ser bi bajarê Serdeştê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.
Hepsiyê siyasî yê Kurd, “Mihemed Şerîf Salim Dîzecî”, di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de tûşî vîrûsa Koronayê bû.
Cezaya 5 sal hepsa te`izîrî a welatiyekî Kurd yê bi navê “Şehram Kazimiyan” di taya 10 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê, bo 6 sal hepsa te`izîrî hate zêdekirin.
Roja Şemî 15`ê Banemer, welatiyekî Kurd yê bi navê “Îdrîs Geledarî”, xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Îro Şemî 20`ê meha Banemerê, hepsiyê siyasî yê ku di ghirtîgeha bajarê Urmiyê de bi îdamê hatî cezadan, bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Welatiyekî Kurd yê bi navê “Emîr Selîmîeqdem” xelkê bajarê Mihabadê, mehek beriya wê ku hepsa wî bidawî were, di benda 4 a girtîgeha Êvînê de hate azadkirin û çûna wî bo dereveyê welat jî hate qedexekirin.
Roja Înê 19`ê Banemer, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ferşad Rehmanî” xelkê bajarê Kamyaranê ji girtîgeha bajarê Sineyê, bi danîna barimteya 750 milyon tumenî bi awayekî demkî ji Îtila`ata bajarê Sineyê hate azadkirin.
Êvara roja Înê 8`ê meha Gulana 2020`an, hejmarek ji kolberan li ser sînorê Belesora jêrîn, ser bi bajarê Xoyê, kevtine ber destrêjiya gullên hêzên çekdar yên hikûmetê û di encamê de kolberekî Kurd bi navê Luqman Çiwargoşe, canê xwe ji dest…