Bi sedema teqeya hêzên leşkerî çar kolber hatine birîndarkirin
Êvara roja Duşemî 31`ê Xermananê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê teqe ji hejmarek kolberan li ser sînorê Newsûdê kirin û di encamê de çar kolber hatine birîndarkirin.
Êvara roja Duşemî 31`ê Xermananê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê teqe ji hejmarek kolberan li ser sînorê Newsûdê kirin û di encamê de çar kolber hatine birîndarkirin.
Roja Şemî 29`ê Xermananê, “Ako Kerîmî” kurê “Seyfullah”, yek ji welatiyên nerazî yên nerizayetiya meha Xezelwer a sala 1398`an, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Sineyê hate veguhastin.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, “Am’r Piyade”, çalakvanê medenî û Berpirsê Giştî yê Navenda Ferhengî ya Hînkariya zimanê Kurdî ya bi navê “Beyan”, pênc car bo Îtila`ata Spaha Pasdaran a bajarê Bokanê hatiye gazîkirin.
Li gor amara ku ji aliyê Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê ve hatiye tomarkirin, di heyama 6 mehên destpêka sala 1399`an de, 143 kolber di Kurdistana Îranê de hatine kuştin û birîndarbûn (37 kes hatine kuştin û 106 kes hatine birîndarbûn).
Roja Çarşemî 26`ê Xermananê, çar keç yên bi navên “Nergis Mihemedî , Behar Mihemedî , Nigîn Weyîsî, û Îlham Muradî” rûniştiyên gundê “Mîravlê “ a ser bi bexşa Bayingan a Paweyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine biçavkirin.
Roja Şemî 29`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Fuwad Mihemedpûr” kurê “Osman” xelkê gundê “Alîkend” a ser bi bajarê Bokanê, bi danîna barimteya 400 milyon tumenî bi awayekî demkî hate azadkirin.
Êvara roja Pêncşemî, 27`ê Xermananê, welatiyekî Kurd bi navê “Hesen Xendepûr” kurê “Sîracedîn” xelkê gundê “Lulkan” a devera Deştebêl a Şinoyê, bi sedema teqaya hêzên Spaha Pasdaran canê xwe ji dest da, û welatiyekî din ê bi navê “Ereb”…
Îro Pêncşemî 27`ê Xermananê, “Mihemed Şerîfsalim”, hepsiyê siyasî yê Kurd ji girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hate murexesiyê.
Sê çalakvanên olî yên bi navên mamosta “Tahir Şêyxî, Fayiq Şerî`etpena û Amanc Hemzelû” xelkê bajarê Bokanê, piştî bidawîhatina heyama lêkolîna wan ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî a wî bajarî hatine…
Hepsiyên siyasî û olî yên girtîgeha bajarê Urmiyê, piştî qebulkirina daxwaziyên wan dawî bi gereva xwe ya birçîbûnê anîn.