Seyîd Emîrhusên Mûsewiyanzade ji bo dadgeha Şoreşê ya bajarê Avdananê hat vexwendin
Roja Çarşemî 4’ê Gelawêjê, Seyîd Emîrhusên Mûsewîyanzade ciwanê xelkê bajarê Avdananê bo taya duyem ê dadgeha Şoreş a vî bajarî hate gazî kirin.
Roja Çarşemî 4’ê Gelawêjê, Seyîd Emîrhusên Mûsewîyanzade ciwanê xelkê bajarê Avdananê bo taya duyem ê dadgeha Şoreş a vî bajarî hate gazî kirin.
Sibeha roja sêşemî 3ê Gelawêjê, Omîd Mezlûm birayê girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Mehabadê Muhsin Mezlûm ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Borhan Seîdî, çalakvanê kedkarî yê xelkê Sinê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşê ya vî bajarî bi serokatiya dadwer Seîdî, bi du sal hepsa te`zîrî hat cezakirin, ku 4 sal ji girtîgehê di rewşa ragirtî de ye.
Ji roja Yekşemî 1’ê Gelawêjê ve, 4 welatiyên Kurd ênbi navên “Newîd Mihemednejad”, “Mehrdad Qêyserbeygî”, “Eyûb Gravend” û “Yûnis Gravend” yên xelkê bajarê Serable, bi armanca nerazîbûna li hember berdewamiya binçavkirin û neşopandina…
Êvariya roja Yekşemî 1’ê Gelawêjê hêzên hikûmetê êrîşî li ser gundê “Siryas” a ser bi Pawê kirin û dest danîn ser kelûpelên kasibkaran û di encama gulebarana van hêzan de welatiyek bi navê “Fuad Husênî” birîndar bû.
Roja Duşemî 2’ê Gelawêjê welatiyekî Kurd bi navê Seyîd Kêyvan Seyîdpûrî kurê Seyîd Ehmed û xelkê gundê Qoruçave ya Pîranşarê bi sedema teqîna mînekê bi giranî birîndar bû û rewşa giştî ya wî xirabe.
Roja Şemiyê 31’ê Pûşperê kolberê bi navê “Beşîr Rehmanî” li sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve rastî lêdanê hat.
Eyûb Cewanpûr, çalakvanê medenî yê xelkê Seqizê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a vî bajarî bi serokatiya dadwer “Kêyvan Cehanî” bi 15 sal heps hat cezakirin.
Sibeha roja Duşemî 2’ê Gelawêjê hêzên hikûmetê avêtine ser mala welatiyê bi navê “Berzan Erjengî” xelkê gundê “Nêy” a Merîwanê û dest biser mal û milkên ksibkaran de girtin.
Mamoste “Sabir Xudamuradî” yê pişnimêjê bajaroka “Qewex”ê ser bi bajarê Seqizê, bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hate banghêjkirin.