Pîranşar; Binçavkirina zarokekî temen 15 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
Roja Yekşemî 27ê Reşemê, zarokekî temen 15 salî bi navê “Mardîn Gageşî” xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Roja Yekşemî 27ê Reşemê, zarokekî temen 15 salî bi navê “Mardîn Gageşî” xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gorî agahiyên ku gihîştine Kurdpayê; Şeva Yekşemî 27’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, du xortên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê bi navên “Şehram Şahî” kurê Şafî û xelkê taxa “Emîr Ava” ya ser bi bajarê Şinoyê û “Fexreddîn Ehmedî” kurê Ezîz, xelkê…
Li gorî agahiyên ku gihîştine Kurdpayê; Roja Duşemî 28’ê Reşemeya 1402’an, Emîr Rehmanî welatiyê Kurd xelkê taxa “Taçîn Ava” ya ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hat binçavkirin.
Kolberekî bi navê “Rehîm Mihemedzade” xelkê bajarê Rebet a Serdeştê bi sedema ketina ji bilindahiyê li sînorê Bane jiyana xwe ji dest da û îro Şemiyê 26ê Reşemê termê wî piştî 3 rojan ji aliyê hêzên giştî ve hat dîtin.
Piştî nîvroya roja Şemiyê 26’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, Şoeyb Zarî, pêşmerge û yek ji kadroyên Partiya Komleya Kurdistana Îranê, li nêzîk kempa vê partiyê li devera “Zerguz” a ser bi parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Îraqê, ji aliyê…
Êvara roja Pêncşemî 24ê Reşemeya sala 1402an a Rojî, Meryem Rezmco xwandekara zanîngeha Razî tevî dayîk û birayê xwe ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi çekê hatin kuştin.
Êvariya roja Pêncşemî 24’ê Reşemê, Eta Hisêynî, kolberê xelkê gundê “Bilbzan” a ser bi bajarê Pawe, li nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê bi sedema kûrahiya birînan canê xwe ji dest da.
Roja Pêncşemî 24’ê Reşemê, Kamran Qasimî girtiyê siyasî yê Kurd ku di girtîgeha Urmiyê de cezayê xwe derbaz dike, bi sozeke erênî ya desthilatdaran ji bo cîbicîkirina daxwazên wî dawî li gireva birçîbûnê anî.
Roja Pêncşemî berwar 24’ê Reşemê, welatiyekî Kurd bi navê Fûad Şabanî, temen 34 salî, xelkê gundê “Tengîser” a ser bi bajarê Sine, bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hat gazîkirin û lêpirsîna wî hat kirin.
Welatiyê Kurd ê xelkê Kamiyaranê Ramîn Gorganî tevî ku ev 8 roj in bi ser binçavkirina wî re derbas dibin, hîn jî di girtîgehê de ye.