“Armîn Şerîfe” çalakvanê kedkarî bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate veguhastin
Roja Înê 9`ê Banemerê, “Armîn Şerîfe” çalakvanê kedkarî bo “Stada Xeberî” ya îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate veguhastin û lêpirsîn digel wî hate kirin.
Roja Înê 9`ê Banemerê, “Armîn Şerîfe” çalakvanê kedkarî bo “Stada Xeberî” ya îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate veguhastin û lêpirsîn digel wî hate kirin.
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Osman Weysî” temen 32 salî û kurê “Xwarehm” û xelkê gundê “Gulçêr” yê ser bi bajarê Merîwanê ku bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hatibû birîndarkirin, bona neştergeriyê bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê…
Sibêdeha roja Şemî 10`ê Banemerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ferşîd Qadirzade” xelkê gundê “Dişe” yê bajarê Paweyê, bi sedema teqeya hêzên Întizamî li ser sînorê Newsûdê, hate birîndarkirin.
Sibêdeha roja Şemî 10`ê Banemerê, kolberek bi navê “Sefer Subhanî” kurê Heyder, xelkê gundê “Dûrîsan” yê girêdayê bajarê Paweyê, bi sedema teqeya hêzên Întizamî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.
Êwara roja Pêncşemî 8ê Banemerê, li sînorê Newsûdê du kolberên Kurd ên bi navên “Umîd Yûnisî û Muxtar Şamuradî” xelkê bajarê Selasa Bawecanî, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hilûmetê bi gulleyên ciftê hatine birîndarkirin.
Roja Çarşemî 7`ê Banemerê, “Qulamreza Şerîfî” mamosteyê malnişînkirî û ji çalakvanên ferhengî yên bajarê Sineyê, bo “stada xeberî” ya îdareya Îtila`ata wî bajarî hate banghêjkirin û lêpirsîn digel navbirî hate kirin.
Roja Çarşemî 7`ê Banemerê, ciwanekî temen 18 salî yê bi navê “Hebîb Hatemî Sînavayî” kurê Celal û xelkê gundê “Koran” ê ser bi devera Soma girêdayê bajarê Urmiyê, bi sedema teqîna mînê bi awayek dijwar birîndar bû.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, kolberekî Kurd ê bi navê “Mesûd Mehmûdî” temen 32 salî kurê Se`îd û xelkê gundê “Sîver” ê girêdayê bajarê Merîwanê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin.
Di berdewamiya binçavkirina çalakvanên kedkar li bajarê Baneyê, roja Sêşemî 6`ê Banemerê du çalakvanên din ên kedkarî yên bi navên “Efşîn Rehîmî û Fatih Mecîdî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Roja Sêşemî 6`ê Banemerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Kemal Bayezîdîpûr” kurê Xalid û xelkê gundê “Diribke” yê girêdayê bajarê Pîranşehrê, bi sedema teqeya hêzên Întizamî li rêya Pîranşehr-Mihabad hate birîndarkirin.