Welatiyekî bajarê “Bokan”ê piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hat veguhastin
Roja Duşemî 24ê Gelawêjê welatiyê Kurd yê bi navê “Celal Emînî” xelkê bajarê “Bokan”ê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.
Roja Duşemî 24ê Gelawêjê welatiyê Kurd yê bi navê “Celal Emînî” xelkê bajarê “Bokan”ê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.
Roja Yekşemî 23ê Gelawêjê, di berdewamiya binçavkirina welatiyên bajarê “Şino”yê de, welatiyek din yê bi navê “Hekîm Mîrzayî” xelkê gundê “Bêmizortê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.
Roja Yekşemî 23ê Gelawêjê welatiyekî Kurd yê bi navê “Enver Peyxamî” xelkê bajarê “Şino”yê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.
Roja Yekşemî 14`ê Tebaxê, welatiyê Kurd yê bi navê “Mihemed Kerîmî Xa” û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat biçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
Roja Şemî 22`ê Gelawêjê, welatiyê Kurd yê bi navê “Silêman Salik”, temen 69 salî û xelkê bajarê Mehabadê, bi danîna barimteya giran ji girtîgeha bajarê Nexedê hat azadkirin.
Roja Şemî 22`ê Gelawêjê, welatiyekî bi navê “Îrfan Bekrî (Heyderzade)” temen 28 salî, kurê Yedullah û rûniştiyê “Asimanava” a girêdayî parêzgeha Îlamê, li rêya bidarvekirinê, dawî bi jiyana xwe anî.
Roja Şemî 22`ê Gelawêjê, Mihemed Selîmî, welatiyê xelkê bajarê Seqizê, bona cîbicîkirina cezayên wî bo girtîgeha bajarê Seqizê hat veguhastin.
Roja Şemî 22`ê Gelawêjê, “Yedê Beharîzer” çalakvanê warê kedkarî yê xelkê gundê “Evêheng” a girêdayî bajarê Sineyê û rûniştiyê bajarê Demavendê, ji aliyê taya 2 a lêpirsînê ya dadgeha Giştî û Şoreş wî bajarî, tawana wî jê re hat ragihandin.
Sibêdeha roja Yekşemî 23`ê Gelawêjê, sê welatiyên Kurd ên bi navên “Areş Pîrî” temen 20 salî û kurê Mihemed, “Hîwa Mîrzayî” temen 23 salî kurê Ebdulrehman û “Zahir Muradî” temen 23 salî û kurê Xidir, xelkê gundê “Bêmzortê” ya girêdayî…
Kedkarekî kangeha “Aqdere” ya bajarê “Tikab”ê yê bi navê “Abid Rehmanî” bi sedema lêxistina kevçiya Loderê, û bi sedema birîndarbûna lingê wî canê xwe ji dest da.