Gazîkirin û binçackirina welatiyekî bajarê “Şino”yê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve
Roja Duşemî 31ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Omîd Îbrahîmî” kurê “Qadir” xelkê bajarê “Şino”yê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata wî bajarî hat binçavakirin.
Roja Duşemî 31ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Omîd Îbrahîmî” kurê “Qadir” xelkê bajarê “Şino”yê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata wî bajarî hat binçavakirin.
Roja Sêşemî 1`ê Xermananê, “Mela Mecîd Hemîdî” girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundê “Şawane” ya girêdayî bajarê Şinoyê, bi pêbenda elekteronîkî ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.
Roja Sêşemî 1`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Şapûr Muradî” xelkê gundê “Tengîser” a girêdayî bajarê Sineyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hat azadkirin.
Tevî derbasbûna mehekê li ser binçavkirina welatiyekî Kurd yê bi navê “Subhan Mewlûdî” temen 32 salî kurê “Ehmed” û xelkê gundê “Tengîser” yê girêdayî bajarê “Sinê” li derheq qedera navbirî ti zanyariyek serrast ji ber dest nîne.
Roja Pêncşemî 27ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Silêman Salik” temen 69 salî xelkê bajarê “Mehabad”ê piştî gazîkirin bo dadgeha Şoriş a bajarê “Pîranşar”ê carek din hat binçavkirin.
Roja Înê 28ê Gelawêjê kolberekî Kurd yê bi navê “Rehîm Mihemedî” temen 37 salî kurê “Se`îd” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal” ya bajarê “Banê” canê xwe ji dest da.
Tevî derbasbûna 5 meh û 8 rojan bi ser nexuyabûna welatiyekî Kurd yê bi navê “Keywan Rostemî” kurê “Elî Ekber” xelkê gundê “Mêrav” yê girêdayî devera “Jawero” ya ser bi bajarê “Sinê” heta niha qedera wî nexuya ye.
Roja Pêncşemî 27ê Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Mihemed Osmanî Cengeser” xelkê bajarê “Selmas”ê bi sedema teqîna mînê li ser sînorê “Hengejal” yê bajarê “Bane”yê bi dijwarî birîndar û bû bi kêm endam.
Roja Pêncşemî 27ê Gelawêja 1401`an a Rojî, 3ê welatiyên Kurd yên bi navên “Pîrot Tabnak” “Ferheng Keramet(Alanî) û “Yeqûb Mehmûdîazer” xelkê gundê “Sîngan” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatin…
Sibêdeha roja Pêncşemî 27`ê Gelawêjê, binçavkiriya Kurd “So`ida Xedîrzade” ya xelkê bajarê Pîranşarê bi rêya bidarvekirinê li benda jinan a girtîgeha Navedî ya Urmiyê, hewla xwekujiyê da.