Seqiz: Dr. Ramîn Nişeste ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin
Roja Duşemî 18`ê Rezberê, Dr. Ramîn Nişeste, pîzişkê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
Roja Duşemî 18`ê Rezberê, Dr. Ramîn Nişeste, pîzişkê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
Êvareya Roja Duşemî 18`ê Rezberê, kolberek bi navê “Mikayîl Talane” xelkê bajarê Pîranşarê, li ser sînorê “Kanîxuda” ya wî bajarî, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî, canê xwe ji dest da.
Roja Şemî 16`ê Rezberê, “Mihemed Emînî” kurê Gulmihemed û “Yehya Rehîmî” kurê Ehmed di meşa nerizayetiya seranserî de bi sedema teqeya hêzên ewlehî li bajarê Sinê canê xwe ji dest dan.
Roja Yekşemî 17`ê Rezberê, kolberek bi navê “Şaram Vasilî” kurê Teha xelkê bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran li ser sînorê “Hengejal” a girêdayî wî bajarî, canê xwe ji dest da.
“Arîn Murîdî” kurê Husên û Amine ku di kombûna nerizayetiya bajarê Selasa Bawecanî de bi awayek dijwar hatibû birîndarkirin, û roja Duşemî 18`ê Rezberê, bi sedema kûrahiya birînan canê xwe ji dest da.
Roja Yekşemî 10ê Rezberê, “Se´îd Şêrzad” girtiyê siyasî yê berê digel birayê xwe yê bi navê “Elî Şêrzad”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hatin veguhastin.
Roja Çarşemî 13`ê Rezberê, nûciwanekî Kurd ê bi navê “Nîma Şefeqdost” yê temen 16 salî û kurê Bêhroz û xelkê gundê “Zindeşt” yê ser bi bajarê Selmasê û rûniştiyê taxa “Kuştargah” a ser bi bajarê Urmiyê di meşa kombûnên nerizayetiyê yên…
11´ê Rezbera sala 1401´an a Rojî
Roja Yekşemî 10´ê Rezberê, kolberekî Kurd yê bi navê “Saman Zari´î” kurê Celal û xelkê bajarê Banê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal” a girêdayî bajarê Banê canê xwe ji dest da.
Di berdewamiya êrişên hêzên Sipaha Pasdaran yên li ser baregeh û binkeyên partiyên Kurdistana Îranê li navçeyên sînorî di heyama çar rojên borî de, îro, 28ê îlonê, baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê li Hewlêrê bûne armanca êrişa dronên…