Îdamkirina girtiyekî xelkê Dêwolan li girtîgeha Sine
Serspêdeya roja Yekşemî 7`ê Reşemeyê, cezayê îdamkirina girtiyê bi navê “Hemîd Rehîmî” yê xelkê bajarê Dêwolanê li girtîgeha Navendî ya Sine birê ve çû.
Serspêdeya roja Yekşemî 7`ê Reşemeyê, cezayê îdamkirina girtiyê bi navê “Hemîd Rehîmî” yê xelkê bajarê Dêwolanê li girtîgeha Navendî ya Sine birê ve çû.
Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, girtiyê bi navê “Se`îd Selîmîfer” temen 35 salî û kurê Mistefa û xelkê gundê Siltanavaya li 35 kîlometiriya rêya Selmasê, bi xwarin heban li girtîgeha Urmiyê de dawî bi jiyana xwe anî.
Serspêdeya roja Yekşemî 7`ê Reşemeyê, 6 kolberên Kurd li rêya dinavbera Ciwanro bo Pawe li nêzî “Şebankare” bi sebeba bûyera trafîkê birîndar bûne û rewşa du ji wan nebaş hatiye ragihandin.
“Aram Azade” welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Sinê, tevî derbasbûna mehekê li ser binçavkirina wî de, heta niha jî di girtîgehê de ye û çarenivîsa wî nediyar e.
“Xebat Fedayî” hunermendê Kurd yê xelkê gundê “Boryer” yê ser bi Serwavayê û rûniştiyê bajarê Tehranê, ji aliyê taya Yek ya Dadgeha Şoreşa bajarê Veramînê bi serokatiya dadwer “Eşikan Ramiş” bi 6 sal hepsa te`izîrî hat cezakirin.
Serspêdeya roja Çarşemî 3`ê Reşemeyê, cezayê îdamkirina girtiyê bi navê “Mihemedresûl Çolekî” yê xelkê bajarê Îwanxerbê li girtîgeha Îlamê birê ve çû.
Roja Pêçşemî 4`ê Reşemeyê, welatiyê Kurd yê bi navê “Murteza Mihemedî” li taya Du ya Dadgeha Giştî ya Şoreşê ya li Sinê bi “Têkdana pirensîp û ewlehiya giştî” hat tohmetbarkirin.
Roja Sêşemî 2`ê Reşemeyê, “Teha Resûliyan” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Pîranşarê bi danîna barimteya bi qasî 5 milyard Tumenî bi awayê demkî heta bidawîhatina dewrên dadgehê li girtîgeha Nexedê hat azadkirin.
Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, welatiyê bi navê “Ebdulhusên Qedîmî” yê xelkê gundê Kelkelya serê yê ser bi bajarê Çirdavel a Îlamê bi sebeba teqîna mînê canê xwe ji dest da.
Roja Çarşemî 3`ê Reşemeyê, 3`ê welatiyên Kurd yên bi navên “Mihemed Ferecî” temen 20 salî û kurê Hemze, “Efşîn Resûlî” temen 27 salî û “Riza Mihemedriza” temen 20 salî û kurê Kerem û xelkên bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin…