Seqiz; Binçavkirina zarokekî temen 16 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
Roja Yekşemî 4`ê Pûşperê, zaroka temen 16 salî bi navê “Sîna Heyderî” kurê Cemîl xelkê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Roja Yekşemî 4`ê Pûşperê, zaroka temen 16 salî bi navê “Sîna Heyderî” kurê Cemîl xelkê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Sibeha roja Duşemî 5`ê Pûşperê, hêzên ewlehiyê welatiyekî Kurd yê bi navê “Hêmin Husêynî” yê xelkê Seqizê binçavkirin.
Sibeha roja Duşemî 5`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mîlad Fazilpûr” temen 24 salî, kurê Mihemedsalih û xelkê gundê “Milqernî” a ser bi bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Wezîfedarên Îdareya Îtla`ata Mehabadê peyva “şehîd” ji ser tirba Zaniyar Ebûbekrî ku yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî û naskirî bi “Zavê Mehabadê” ye rakirin.
Demjimêrên şevê yên 3ê Pûşpera 1402 an Rojî, Kolberekî Kurd ê bi navê “Wurya Şerîfî” yê xelkê gundê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî, canê xwe ji dest da.
Roja Înê 2’ê Pûşperê welatiyê Kurd yê bi navê “Vehîd Çavran” xelkê bajarê Avdanan a parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
“Seyîd Ebdullah Ehmedpûr”, birayê “Seyîd Kemal Ehmedpûr”, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehiyê ya bajarê Urmiyê hat veguhastin.
mînakek ji rewşa hemû zarokan, bi taybetî zarokên kêmneteweyan, di bendeyên jinan ên girtîgehên Îranê de.
Roja Sêşemî 30ê Cozerdanê, serbazê Kurd yê bi navê “Xaliq Ehmednejad” kurê Se`idî û Fateme xelkê gundê Gamiş Gulî ya Bokanê li yek ji baregehên leşkerî yên li Ecebşêrê dawî li jiyana xwe anî.
Encumena Kesk a Çiya Merîwanê di raporekê de ragehand ku, şewata li daristanên “Kanî Qolican” êpiştî derbasbûna zêdetir ji 38 demjimêran hîna jî agir berdewame û ber bi daristanên gundê “Bîlû” ve diçe.