Gazîkirina dubare ya mamosta Hadî Ehmedî bo dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Kirmaşanê
Mamosta Hadî Ehmedî, mamostayê Mekteba Zanistên Olî ya Şems El-Erefîn Necar a Pawe, careke din bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Kirmaşanê hat vexwendin.
Mamosta Hadî Ehmedî, mamostayê Mekteba Zanistên Olî ya Şems El-Erefîn Necar a Pawe, careke din bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Kirmaşanê hat vexwendin.
Sibeha roja Çarşemî 25`ê Gelawêjê, welatiyek bi navê “Şîrvan Xizrî” xelkê gundê “Bîmizirte” ya ser bi Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.
Roja Yekşemî 22’ê Gelawêjê, 2 kolberên Kurd yên bi navên “Muhsin Dêwalî” xelkê gundê “Dêwalan” a Serdeştê û “Hadî Resûliyan” xelkê gundê “Hilwe” a Serdeştê li sînorê Hengejale ya Bane, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin girtin.
Roja Şemî 21’ê Gelawêjê, Behar Ehmedî hevjîna Esed Mihemedî çalakvanê sivîl ê girtî yê bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.
Roja Duşemî 23`ê Gelawêjê du welatiyên bi navên “Luqman Suxenver” kurê Xizir û “Hoşyar Qadrî” kurê Haşil xelkê gundê Şînavê ya Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Roja Yekşemî 22’ê Gelawêjê kolberek bi navê “Tahir Îsmaîl Tiwana” kurê Elî xelkê Pîranşarê, li sînorê “Hengejale” ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve birîndar bû û kolberekî din yê bi navê “Şîrzad Îsmaîl Tiwana” kurê Husên xelkê…
Roja Şemî 21’ê Gelawêjê, kolberek bi navê “Şayan Zehmetkêş” xelkê gundê “Tîn” a ser bi navçeya Paw, bi bi sedema golereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê birîndar bû.
Di rojên derbasbûyî de Firêşte Mensûrî ya temen 36 salî û xelkê bajarê Serable ji aliyê taya 101 a Dadgeha Cezayê Giran a bajarê Îlamê ve, bi tohmeta “weşana derewan bi mebesta alozkirina rewşa giştî” bi 6 meh û rojek heps hat cezakirin.
Roja yekşemî 22’ê Gelawêjê, Ziryan Melayî û Zîlan Melayî xwendekarên mîmarî yên Koleja Teknîkî ya Keçan a Sinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Roja Yekşemî 22`ê Gelawêjê, kolberê bi navê “Erselan Resûlî” xelkê Serdeştê, li sînorê Hengejale ya bajarê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin.