Seqiz; Peyman Rehmanpûr, xortekî Kurd, bi sebeba teqîna mînekê canê xwe jidest da
Roja Pêncşemê, 17 Banemera 1405an a Rojî, xortekî Kurd bi navê "Peyman Rehmanpûr", temen 21 salî, xelkê gundê "Xorxore" yê ser bi bajarê Seqizê, bi sebeba teqîna mîneke bi cih may yê serdema şer canê xwe jidest da.









