Zext Û Givaş Bo Ser Malbata Nivîskarê Girtî Yê Kurd, Elîreza Sipahî Layîn Her Berdewam E

13:59 - 7 Çirriya paşîn 2011
Kuyrdpa: Piştî derbazbûna çar mehan bi ser destbiserkirina helbestvan û nivîskarê Kurd yê Xurasanê, Elîreza Sipahî Layîn, navbirî hêj di girtîgeha bajarê Meşhed de hatiye ragirtin û gefxwarin û pêkanbîna givaşan bo ser malabata wî jî her berdewam e.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa, Elîreza bi tawana hebûna pêwendî ligel yek ji partiyên siyasî ên neyarê Komara Îslamî ya Îranê û gile û gazindekirin di çarçoveya helbestan de dijî hikûmetê û herwiha rêzgirtin ji yek ji rêberên gelê Kurd hatiye destbiserkirin.

Heta niha zaniyariyên hûr derbarê dema dadgehîkirina wî û doza wî ne li ber dest in.

Ji aliyek din ve Îdareya Îtîlat ya bajarê Meşhedê gef ji malbata Elîreza Sipahî Layîn xwariye ku nabe tu nûçeyek pêwendîdar bi kurê xwe bidin dezgehên ragihandinan.

Saziya Lêborîna Navnetewî jî di daxuyaniyekê de ku belav kiribû daxwaz ji dewleta Îranê kiribû ku navbirî azad bikin ku ev daxwaza ji aliyê Wezareta Îtilata Komara Îslamî ya Îranê bi kiryarek kirêt hatibû zanîn.
Elîreza Sipahî Layîn ku nivîskarekê naskirî yê Kurd e û zêdetir ji 10 pirtûkan bi zimanê Kurdî û Farsî çap kiriye, roja 30-07-2011-an ji aliyê dewleta Îranê ve hat girtin.