Wezîrê Îtilaa’tê: 5 mîlyon CD di Îranê de hatine belavkirin ku li dijî hilbijartinan piropagendeyê dikin

22:07 - 2 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Wezîrê Îtilaa’tê “Mehmûd Elewî” roja 12’ê Rêbendana sala 1394’an a Rojî ragehand ku, 5 mîlyon CD li seranserî Îranê de hatine belavkirin ku boxtanan bi hilbijartinê dahatî ên Îranê dikin.

Wezîrê Îtilaa’tê herweha dibêje ku, em haydar in ku çend CD û ji aliyê kê ve di Îranê de hatine belavkirin.

Mehmûd Elewî tu zaniyariyek li ser wan CD’yan eşeker nekir û herweha neda zanîn ka gelo ew CD ji aliyê kê ve hatine belavkirin.

Navbirî di doma gotinên xwe de ragehand ku, gereke bona birêveçûna hilbijartinan, riftarên guncaw û edeb û hurmet bê parastin û her kesek xwe ji bê exlaqiyên siyasî û kiryarên li dijî yasayê xwe biparêze.

Bilavkirina wan CD’yan di demekî de ye ku kêrhatîbûna hejmarek berçav ji berbijêrên Meclisa Îslamî ji aliyê “Şêvra Nobedar” ve hatiye redkirin û, heya niha 6 hizar kesên, bi sedema retkirina kêrhatbûna xwe, nerazîbûn nîşan dane.

Her dê vê derheqê de rêkxistina mafê mirov di raporekî de, amaje bi redkirina kêrhatîbûna berbijêran kir û ragehand ku, tu berbijêreke cudabîr nemaye ku xelk bikare dengê xwe jê re bide.