Welatiyekî xelkê bajarê Baneyê bi teqeya hêzên leşkerî hate kuştin

16:47 - 8 Çirriya paşîn 2020

Êvara roja Şemî 17`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Xisro Şerîfî” kurê Sabir xelkê gundê “Oxûl” ê ser bi bajarê Baneyê bi sedema kûrahiya birîna xwe ji nexweşxaneya “Koser” a ser bi bajarê Sineyê canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, roja Çarşemî 7`ê Xezelwerê, “Xisro Şerîfî” li gundê “Kîle” ê ser bi bajarê Baneyê rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî hat û di encamê de canê xwe ji dest da.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Ew welatiye li ser sînorê bajarê Baneyê mijûlê kirêkêşiyê bû û hêzên leşkerî di demekê de teqe li wî welatiyê kirine ku çend kolber digel wî bûn”.

Wê çavkaniya agehdar got: “Ew welatiyê Kurd di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de serê wî bi awayekî dijwar hate birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Koser” a ser bi bajarê Sineyê hatibû veguhastin û heyama 10 rojan bû ku di bexşa taybet a wê nexweşxaneyê de hatibû razandin.  

Roja Yekşemî 18`ê Xezelwerê, termê wî welatiyê Kurd li cihê jidayîkbûna wî teslîmê axê kirin.