Welatiyekî Kurd li bajarê Merîwanê hate bin çavkirin

11:59 - 13 Çirriya paşîn 2020

Êvara roja Çarşemî 21ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bi nave “Hadî Resayî” temen 30 salî kurê Reşîd xelkê gundê “Serduş” ê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî wê hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyeke yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirin û bo cihek nediyar veguhastin.

Lipêyketina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji çarenivîsa wî, Heya niha  bê encam maye.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û sûçê ku bi ser wî de hatye sepandin ti zaniyaryek ji ber dest nîne.

Di wê derheqê de êvara roja Çarşemî 21ê Xezelwerê, sê ciwanên Kurd yên bi navên “Selal Porkeywan temen 24 salî kurê Ehmed, Aras Qadirî temen 22 salî kurê Kawe û Muhsin Resayî temen 20 salî kurê Ehmed “ xelkê gundê “Serduş” a ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî wê hatine binçavkirin.