Welatiyekî Kurd bona cîbecîkirina heyamê hepsa xwe bo girtîgeha Sinê hate veguhastin

12:29 - 6 Çirriya paşîn 2020

Welatiyekî kurd bi navê “Dilêr Nesrî” xelkê gundê “Tengîser” ku rûniştiyê bajarê Sinê bûye, li 1ê Çirriya Paşîn bo taya 4 ya birêvebirina cezayên dadgeha şorişa wî bajarî hate gazî kirin, û bona cîbecîkirina hukmê wî ew hatibû binçavkirin û bo girtîgehê veguhastibûn.

Ew welatiyê Kurd li 2ê meha Rezber a sala 1398an, li kargeha xwe de, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst ve hatibû binçavkirin û bona jêpirsînê hate veguhastin bo girtîgeha îtila`at a Spaha Pasdaran a qiryargaha “Şehramfer” li bajarê, Sinê.

Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd, êrîşî li ser mala wî kiribûn û piştî vekolîna mala wî, hindek ji emrazên wî yên kesîn digel xwe de biribûn.

Roja Sêşemiyê 16ê meha Rezber a sala 1398an, “Dilêr Nesrî” piştî bidawîhatina lêpirsînê, bi danîna barmiteya 250 milyon tumenî ji girtîgehê hatibû berdan.

Li dawiya sala 1398an, ew welatiyê Kurd li taya 1 a dadgeha înqilab a bajjarê Sinê, bi dadweriya dadwer “Seîdî”, bi tohmeta “endambûn li yek ji partiyên Kurdî yên dijî hikûmeta Îran”ê û bi “derbasbûna neyasayî ji sînorê Îran”ê, bo 2 sal hepsê hatibû cezadanê ku hukmê  salek heps a bi tohmeta “derbasbûna neyasayî ji sînor” bo cezaya nexdî hatibû guhertinê û cezaya  salek heps a bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdan”, hatibû pişrastkirinê.